Şer di roja 21'emîn de ye: Berdevkê Muxafizên Şoreşê mir

Şer navbera Îran, DYE û Îsraîlê 21 roj in dewam dike. Berdevkê Muxafizên Şoreşê hate kuştin. Îsraîlê êriş bir ser navendên fermandariyê û deryayê.

Artêşa Îsraîlê ragihand ku serê sibehê êrişên nû biriye ser "hedefên binesaziyê" yên rêveberiya Îranê yên li Tehranê. Her wiha şeş welatên din Muxafizên Şoreşê weke "rêxistina terorê" ragihand.

FERMANDARÊ ÎRANÎ HATE KUŞTIN

Bûyerên dawî bi vî rengî ne:

Muxafizên Şoreşê ragihand ku berdevkê wan General Alî Mûhammed Naînî di êrişên Îsraîl-Dewletên Yekbûyî yên Emerîka (DYE) de hatiye kuştin. Li gorî çavkaniyên nîv fermî Naînî serê sibehê di êrişê de hate kuştin.

GELO HILBERÎNA FUZEYAN DEWAM DIKE?

Îranê diyar kir ku li gel mercên şer jî hilberîna fuzeyan dewam dike. Muxafizên Şoreşê îdîa kir ku kapasîteya wan a fuzeyên balîstîk di asteke bilind de ye. Serokwezîrê Îsraîlê Binyamin Netanyahu îdîa kiribû ku Îranê kapasîteya xwe ya hilberîna fuzeyan û dewlemendkirina ûranyûmê winda kiriye.

ÎSRAÎLÊ ÊRIŞ BIR SER NAVENDÊN FERMANDARÎ Û DERYAYÊ

Artêşa Îsraîlê ragihand ku li Derya Hazarê êriş biriye ser hêzên deryayî yên Îranê û navendên fermandariyê. Di daxuyaniyê de hate gotin, êriş li keştiyên bi barê fuzeyan û binesaziya leşkerî hatiye kirin.

ŞEŞ WELATAN BIRYARA 'RÊXISTINA TERORÊ' DAN

Wezareta Karên Derve ya Îsraîlê diyar kir ku şeş welatên din Muxafizên Şoreşê weke "rêxistina teror" îlan kirine. Îzlanda, Moldova, Bosna-Hersek, Qeredax, Makedonya Bakur û Lihtenstayn ji van welatan e.

ÎNGILISTAN BI 'HEVKARIYA SÛC' HATE SÛCDARKIRIN

Wezîrê Karên Derve yê Îranê Abbas Arakçî destûra bikaranîna baregehên leşkerî yên li Îngilistanê ji aliyê DYE'yê ve weke "hevkariya li êrişê" pênase kir. Rêveberiya London jî îdîa dike ku ev baregeh tenê "bi armanca parastinê" hatine bikaranîn.

XAMANEY: DIVÊ EWLEHIYA DIJMINÊN ÎRANÊ JI HOLÊ BÊ RAKIRIN

Lîderê nû yê olî yê Îranê Mucteba Xamaney ku tê zanîn ku birîndar bûye, lê bi ti awayî dîmenê xwe nîne, piştî kuştina Wezîrê Îstîxbaratê yê Îranê Îsmaîl Hatî peyamek weşand. Li gorî ajansa nûçeyan a Farsê Xamaney diyar kir ku divê "ewlekariya" dijminên Îranê ji holê bê rakirin.

PARZÛNGEH Û DEPOYÊN LI KENDAVÊ DI HEDEFÊ DE NE

Li welatên Kendavê jî êriş dewam dikin. Li Bahreynê parçeyên ji êrişa Îsraîlê li depoyekê bû sedema şewatê. Tiştek bi kesî nehat.

Parzûngeha Mîna El Ahmedî ya li Kûweytê bi balafirên bêmirov hate bombekirin û di encamê de hin ji unîteyên wê hatin girtin.

Îmarat û Erebistana Siûdî li hemberî êrişên bi drone û fuzeyan sîstema parastina hewayî xistin dewrê.

SRÎ LANKA'YÊ DYE RED KIR

Srî Lankayê ragihand ku ji bo parastina bêalîbûna xwe, red kiriye ku balafirên şer ên DYE'yê li welatê wan bê bicihkirin.

JI NETANYAHU DAXUYANIYÊN BI NAKOK

Serokwezîrê Îsraîlê Netanyahu têkildarî dema şer daxuyaniyên cuda da. Netanyahu ji çapemeniya Îsraîlê re got, "Heta ku pêwîst bike wê dewam bike." Ji çapemeniya navneteweyî re jî got, "Di dema tê hêvîkirin wê zûtir biqede."

KRÎZA ENERJIYÊ

Buhayê petrolê piştî daxuyaniya Serokwezîrê Îsraîlê Netanyahu ji sedî 2 kêm bû ku Netanyahu ji bo dema şer gotibû "Wê ji dema tê hêvîkirin zûtir biqede."